Li Rojhilatê Elmanyayê her yek ji 3 extiyaran xizan e

Li gorî daneyên ji aliyê qenala televîzyonê MDR a Elman ve hatin weşandin, xizaniya ku wê di nava 20 salên bê de li Elmanyayê zêde bibe, herî zêde wê bandorê li extiyarên li eyaletên rojhilat bike.

Li gorî texmînên ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Aboriyê ya Elman (DIW) ve hatin amadekirin û di bernameya MDR-exakt de hatin weşandin, rêjeya xizaniyê li nava mirovên extiyar ên li Elmanyayê wê di 20 salên bê de zêde bibe.

Li gorî vê yekê, rêjeya xizaniyê li nava mirovên extiyar wê bi taybetî li eyaletên rojhilat ên Elmanyayê bi du qatan zêde bibe. Di serdema heyî de rêjeya xizaniya mirovên zêdeyî 60 salî li eyaletên rojava 15 ji sedî ye, li eyaletên rojhilat jî 21 ji sedî ye.

Tê texmînkirin ku ev rêje wê sala 2036'an li eyaletên rojhilat bibe 36 ji sedî. li Eyaletên rojava jî ev rêje wê ji 15 ji sedî bigihêje 17 ji sedî.

Di roja îro de mûçeyê teqawîtan 1597 Euro ye. Yên mûçeyê wan 958 Euro be, yanî 60 ji sedî yê mûçeyê nîvekê be, 'xizan' tên dîtin.