Li Quebecê ji germa 54 kes mirin

Li eyaleta Quebecê ya Kanadayê ji ber germahiya zêde 54 kes mirin.

Li rojhilatê Kanadayê ev heftiyeke hewa  zêde germ bûye. Rayedarên xwecih diyar kirin ku li eyaleta Quebecê 54 kes ji germa zêde mirin. Ji van 28 kes li herêma Montrealê mirin.

Tê payin ku germahiya hewayê vê heftiyê were ser sêhra berê. Serokwezîrê Kanadayê Justîn Trudeau got, ‘’Bi dil û can li cem mirovên Quebecê me’’. Tradeu bang li welatiyan kir ku li xwe û malbata xwe baştir guhdar bin.

2010’an jî li herêma Montrealê nêzî 100 kes ji germa zêde miribû.