Piştî şewata li Grenfell Towerê, li ser ewlekariya avahiyên bilind ên li gelemperiya welêt lêkolînek hatibû destpêkirin.
Ev test, ji aliyê Wezareta Desthilatdariya Herêmî û Rêveberiya Herêmî û şaredariyên gelek bajaran ve hate kirin. Li gorî encamên destpêkê yên vê testê, gelek avahiyên bilind ên li welêt di rewşeke xetere de ne. Di testa ewlekariyê de bi taybetî qewînbûna aliyê derve yê avahiyan li hemberî şewatê hate lêkolînkirin.
Niha niha li 600 avahiyên bilind lêkolîn hatin kirin û di encamê de derket holê ku 75 ji sedî yê van avahiyan di testê de bi ser neketine.
Encamên testa ewlekariyê ji aliyê Wezîrê Rêveberiyên Herêmî Sajîd Javîd ve jî hatin piştrastkirin.