Li Perûyê encamên hilbijartinê hînê nediyar e

Li Perûyê, encamên hiblijartinên serokatiyê yên 6'ê Hezîranê hînê diyar nebûye. Desteya hilbijartinê biryar da ku deng jinûve bêne jimartin.

Li Perûyê encamên hilbijartinê hînê diyar nebûye. Desteya hilbijartinê, piştî nerazîbûna alîgirên herdu namzetan biryar da ku deng jinûve bêne jimartin.

Dadger Victor Raul Rodriguez li Heyeta Hilbijartinê ya Neteweyî sond xwar û roja Şemiyê tevlî heyetê bû. Bi vî rengî tê plankirin ku heyeta hilbijartinê ya ku bi îstifakirina endamekî wê kete rewşeke xitimî, ji vê rewşa xitimandî bê rizgakirin.

Heyeta Hilbijartinê ya Neteweyî bi vê wezîfedarkirina nû re wê îtirazên têkildarî encamên hiblijartinê li ber çavan bigire û pêvajoya eşkerekirina encaman jinûve da destpêkirin.

Namzetê çepgir Pedro Castillo li gorî encamên hilbijartinê yên hatine eşkerekirin 44 hezar deng ji hevrika xwe Keiko Fujimori bêhtir deng wergirtiye.

Serokê Heyeta Hilbijartinê ya Neteweyî Jorge Luis Salas ku alîgirên Fujimori li ber mala wî xwepêşandana şermezarkirinê lidar xistin, diyar kir ku pêvajoya hiqûqa hilbijartinê nabe ku felç bimîne.

Serokê Desteya Hilbijartina Neteweyî Piero Corvetto jî ragihand ku li Lîmayê tundiya fîzîkî lê hatiye kirin.

Li tevahiya welêt ji bo du namzetan çalakiyên protestoyî têne lidarxistin.

Alîgirên namzetê çepgir pankarta "Castillo li ser desthilatdariyê, Fujimori jî li girtîgehê" hiltgînin. Alîgirên Fujimori jî dirûşma "Em Perûyî hilbijartinên nû dixwazin" diqîrin.