Li peravên Fasê bi sedan koçber hatin rizgarkirin

Hate ragihandin, li peravên navbera Fas-Spanyayê zêdeyî 370 penaber hatine rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Deryayî yên Qraliyeta Fasê, 367 koçberên li Derya Spî berê xwe dan Spanyayê, hatin rizgarkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, piraniya koçberan penaberên ji welatên Efrîkayê ne û gelek ji wan jî jin û zarok in.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Fasê, di navbera mehên Çile-Îlonê de 122 şebekeyên ku koçber dibirin Spanyayê hatin têkbirin. Hate gotin, bi saya vê yekê pêşî li derbasbûna 68 hezar koçberî ya ber bi Spanyayê ve hatiye girtin.

HERÎ KÊM 681 KES MIRIN

Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY), îsal 55 hezar û 200 koçber di ser Fasê re xwe gihandin Spanyayê. Li gorî IOM'ê, îsal herî kêm 681 kes li ser rêya Spanyayê li Derya Spî mirin.

Par bi giştî 224 koçber di navbera Spanya û Fasê de miribûn. Balkêş e ku hejmara mirovên mirine bi sê qatî zêde bûye.