Li peravên Endonezyeyê erd hejiya

Li peravên rojhilat ên Endonezyayê bi himeta 6,9'an erd hejiya.

Li gorî navenda jeolojiyê ya Emerîkayê USGS'ê 600 km li bin erdê  220 km li dûrî başûrê bajarê Katabû ya li ser girava Sulawesiyê erd hejiya..

Hate diyarkirin bi sedan km dûrî navenda erdhejê jî erdhej hate hîskirin.

Erdhejên ku pir li kûr pêk tê bi giştî zêde ziyanê nadin.

Saziya jeofizîkê ya Endonezyayê got, ''Heta vê gavê ti agahî negihaye ber destê me ku xisar çêbûye.''

Çarşema bihurî jî li peravên girava Sumatrayê du erdhejên xurt lê ne zêde li kûr pêk hatibûn. Di herdu erdhejan de jî ziyan mal û jiyanê çêbû.

2018'n li girava Sulawesiyê bi himeta 7,5an erd hejiya bû, tsûnamî çêbûbû û 4 hezar û 300 kes miribûn

2004'an li peravên Sumatrayê erd hejijî bû, bi erdheja bi himeta 9.1'ê tsûnamiyeke mezin çêbûbû 170 hezar kes ji Endonezyayê li welatên herêmê 220 hezar kes miribûn.