Li Pencabê 98 kes ji ber alkola sixte mirin

Li eyaleta Pencabê ya bakurê Hindistanê di rojên dawîn de 98 kes ji ber alkola sixte mirin. Derbarê vê skandalê 25 kes hatin destgîrkirin.

Li gorî rayedarê herêmî li bajaroka Tarn Taran a li eyaleta Pencabê 75 kes ji ber alkola sixte mirine. 11 kes li bajaroka Gûrdaspûrê û 12 kes jî li Amrîstarê ji ber alkola sixte mirin.

Mûxalefetê bang li rêveberiya hikumeta eyaleta Pencabê kir ku bila pêşiya ‘mafyayê alkolê’ bigire.

Serokê hikumeta eyaletê roja Înê derbarê vê meseleyê biryara lêpirsînê dabû û 25 kes destgîr kiribû.

Rayedarên eyaleta Andra Pradeş jî diyar kir ku roja Înê 9 kesan ji ber ku ji dêvila alkolê dezenfektana destan vexwarine, mirine. Li bajêr ji ber têkoşîna li dijî koronavîrusê dikan girtîbûn û kesên ku alkol bi dest nexistibûn ji ber vexwarina dezenfektanê mirin.

Li Hindistanê her sal bi sedan kesên hejar ji ber alkola sixte dimirin. Bazirgan ji bo rêjeya alkolê zêde bikin antîjel an jî metanolê dixin nav vexurkên alkolê.

Di sala 2015’an de jî li taxeke Bombayê ji ber jehrîbûna alkola sixte herî kêm 100 kes miribûn.