Li penaberên li herêma bê alî asê man e, îşkence tê kirin

Tevî ku bala hemû cîhanê li ser penaberên hewl didin ji Lîbyayê xwe bigihînin Îtalyayê, derket holê ku li penaberên li herêma bê alî ya navbera Fas û Cezayîrê asê man e, îşkence tê kirin.

Saziyeke civaka sivîl a bi navê Koma Parastina Biyaniyan a li dijî Nîjadperestan (Gadem) daxuyaniyek weşand û ragihand, penaberên li herêma navbera Fas û Cezayîrê asê man e, ji aliyê rayedarên her du welatan ve hatine dersînorkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ji ber ku her du welat naxwazin penabera xwe nêzî sînorê wan bikin, penaber li herêma bê alî asê man e. Gademê diyar kir, di nava van dehan penaberan de, herî kêm 12 zarok hene.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, piraniya van penaberan ji Kamerûn, Gîne, Peravên Diranê Fîlan, Malî û Senegalê hatine û tî û birçî ne. Gademê destnîşan kir, ku îşkence li penaberan tê kirin. Li gorî daxuyaniya Gademê, hêzên ewlekariyê yên Fas û Cezayîrê li van penaberan xistine, dixin.

Di sala 2013'an de li Fasê qanûnek hat derxistin û li gorî vê yekê divê mafê mayîna li vî welatî ji penaberên ji Rojavayê Afrîkayê tên bê dayîn. Lê belê tê texmînkirin, ku piraniya penaberan hewl didin xwe bigihînin bajarên Melîla û Ceûta yên navbera Spanya û Fasê.