Li Parîsê wesayitekê da nava leşkeran: Birîndar hene

Li banliyoya Levalloîs-Perret a Parîsê, kesekî wesayita xwe bi ser leşkerên li dewriyê deriyan ve ajot. Di bûyerê de 6 leşker birîndar bûn.

Li banliyoya Levalloîs-Perret a paytexta Fransa Parîsê, kesekî wesayita xwe bi ser leşkerên li dewriyê deriyan ve ajot.

Rayedarên polîsan gotin, di bûyerê de 6 leşker birîndar bûne ku rewşa 2 jê giran e.

Rayedaran diyar kirin, êrîşkar ji cihê bûyerê reviya ye û ji bo girtina wî operasyon hatiye destpêkirin.

Li Fransayê, di salên dawî de ji ber êrîşên DAIŞ'ê, leşker li cihên navendî timî li dewrê digerin.