Li Parîsê sîteyeke mirovên Neandertal hate dîtin

Li qiraxa çemê Seîne yê paytexta Fransa Parîsê, sîteyeke mirovên Neandertalê hate dîtin.

Li paytexta Fransa Parîsê, sîteyeke mirovên Neandertal hate dîtin.

Li gorî lêkolînê destpêkê yên li sîteyê hatin kirin, şopa teknîkê ya bi qasî kevir mezin e hate dîtin.

Li sîteya ji serdema paleolîtîk a navîn, amûrên bi rêbaza mirovên Neandertal hatine neqişandin, hatin dîtin.

Sîte li Clîchy-la-Garenne ya li qiraxa Çemê Seîneyê hate dîtin.

Ji sedsala 19'an û vir ve cara yekê ye ku sîteyek mirovên Neandertal tê dîtin. Beriya niha jî li Clîchiy-Levalloîsê sîteyên mirovên Neandertal hatibûn dîtin û şêweyê neqişandina keviran weke 'Rêbaza Levalloîs' hatibû pênasekirin.

Tê gotin ku sîteya hate dîtin ji dema beriya 35.000 heta 45.000 sal berê ye.

Rêvebera zanistî ya sîteyê Sophîe Clêment bi daxuyaniyekê got, "Ji wê demê ve weke alavên nehatine barkirin, bi rengekî rasterast li cihê xwe ne."

Ji bo pirsa 'Gelo ev sîte kargehek bû?' zanyaran diyar kirin ku mirovên Neandertal neçar man ku li vê herêmê bimînin û bi rengekî lezgîn amûrên pêwîst ava bikin.