Li Paraguayê li mala dîktator hestiyên mirovan hatin dîtin

Li Paraguayê li mala dîktatorê berê Alfredo Stroessner hestiyê çar mirovan hatin dîtin.

Li mezintirîn bajarê duyan ê Paraguayê, li Cîudad del Este gerokên gencîneyan li malekê hestiyê çar mirovan dîtin. Li mala li Stoessnerê derbarê hestiyan lêpirsîn hate destpêkirin, hê ne zelal e bê ka qurbaniyên rejîma dîkta a salên 1954-89'an a an na.

Ji ber ku hestî hema li bin zemîna betonê ya serşoyê ne, fikir ew e ku ev mirov demeke nêz hatine veşartin.

Dîrektora ''Mûzeya Bîrê'' têkilî Marîa Stelle Caceres têkilî mijarê got, pir girîng e diyar bibe bê ka hestî yên qurbaniyên rejîmê ne yan na û got, ''Ên ku hatine nebedîkirin ne tenê qurbanî ne, malbatên wan û civaka wan jî. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye û heta ku cenazeyên wan mirovan neyê dîtin û radestî malbatên wan neyên kirin ev sûc ji holê ranebe.''

1954'an dema dîktatoriya Generela Stroessner, ku 35 salan dom kir, 423 mirov an hatin înfazkirin an jî nebedîkirin.

Li ser lêkolîna li ser 700 hezar belgeyên ku 1992'an derkete holê hatibû diyarkirin êşkence li 18 hezar û 722 kesan hatiye kirin û 3 hezar û 470 kes hatiye mişextîkirin.

Ji qurbaniyên rejîma dîktayê cesedê 37 kesan tenê hatin dîtin.