Partiya Sosyal Demokrat (SPD), bi rêjeya ji sedî 31'ê, di dîroka hilbijartinên eyaleta NRW de encama xwe ya herî nebaş bi dest xist. Partiya Angela Merkel CDU jî bi rêjeya ji sedî 33'an bi ser ket.
SCHÛLZ: TÊKÇÛNEKE GIRAN
Piştî vê têkçûna Sosyal Demokratan, Hannelore Kraft ji serokatiya rêxistina partiya xwe ya eyaletê û alîkariya serokê giştî îstifa kir. ji sala 2010'an û vir ve Kraft li NRW Serokwezîr bû. Kraft weke şexs xwe ji vê têkoşînê berpirsyar dît.
Serokê Giştî yê SPD'ê û namzetê Serokwezaretiyê Martîn Schûlz, encamên hilbijartinê qebûl kir û got, "Bi rastî jî têkçûneke giran e."
Ev têkçûn bû têkçûna sêyemîn a Schuzl, ku di nava SPD'ê de ji bo hilbijartinên giştî yên meha Îlonê rê li ber kelecanekê vekir. SPD'ê beriya niha di hilbijartinên eyaletên Saarland û Schleswîg-Holsteîn de jî têk çû bû.
PARTIYA KESKAN WINDA KIR
Schûlz got, "Em weke partiyeke têkoşer tê naskirin, heta hilbijartinên giştî rêyeke dirêj li pêşiya me ye."
Partiyeke din a ku di hilbijartinê de têk çû Partiya Keskan e. Partiya Keskan tevî SPD'ê eyalet bi rê ve dibir. Rêjeya dengê vê partiyê daket asta ji sedî 6'an. Di hilbijartina beriya niha de ji sedî 11.3 ê dengan standibû. Partiya Korsanan heliya. Tenê ji sedî 1.1 ê dengan girt. Halbûkî di hilbijartinên 2012'an de ji sedî 7.8 ê dengan girtibû.
RASTGIRIYA TUND CIHÊ XWE DI PARLAMENTÊ DE GIRT
Di hilbijartinên eyaleta NRW de partiya rastgiriya tund Alternatîve fur Deûtschland (AfD) bi rêjeya ji sedî 7.7'an cihê xwe di parlamentê de girt. AfD bi vî awayî cihê xwe di 13 parlamentên eyaletan de girt. Şensê xwe yê cihgirtina li Parlamenta Federal jî zêde kir.
DÎE LÎNKE LI SER SÎNOR E
Partiya Çep (Dîe Lînke) jî, li gorî encamên hê ne zelal, ji sedî 5 ê dengan girtiye. Ji bo karibe cihê xwe di parlamentê de bigire divê benda ji sedî 5'an derbas bike. Eger Dîe Lînke nikaribe cih di parlamentê de bigire, wê CDU karibe bi FDP a li xeta lîberal re eyaletê bi rê ve bibe. Li gorî encamên destpêkê FDP ji sedî 12 ê dengan stand.