Serokwezîrê Filistinê Mûhammed Mûstafa, Serokê Ajansa Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini û Nûnerê Rojhilata Navîn ê Neteweyên Yekbûyî Tor Wennesland wê beşdarî civînê bibin.
Ev tifaq, di çarçoveya “Ji Bo Çareseriya Du Dewletî Tifaqa Navneteweyî” de ku meha Îlonê li Newyorkê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de biryara damezirandina wê hatibû dayîn, tê lidarxistin. Wezîrê Karên Derveyî yê Norwecî Espen Barth Eide di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê ji xeynî hewldana dawîlêanîna şerê li Xezeyê, divê ji bo her du aliyan jî çareseriyeke mayînde bê dabînkirin ku bikarin biryara siberoja xwe bidin û ewlehî û mafên wan ên edaletê biparêze.
Barth Eide her wiha anî ziman ku “Ji bo çareseriyeke du dewletî piştgiriyeke mezin heye, lê belê ji bo ku ev pêk were divê civaka navneteweyî hewleke mezintir bide.”
Tê hêvîkirin ku nûnerên ji 80’yî zêdetir dewlet û saziyan beşdarî civînê bibin. Lê hîn nehatiye parvekirin ka dê ji Îsraîlê tevlîbûneke fermî çêbibe an na.
Norwecê di meha Gulanê de bi Spanya, Îrlanda û Slovenyayê re Dewleta Filistînê nas kiribû û ev yek bibû sedema nerazîbûna Îsraîlê.
Şerê li Xezeyê, bi taybet piştî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmeha 2023’an ên li dijî Îsraîlê, dubare rê li ber nîqaşên çareseriya du dewletî vekirin. Lê belê analîst di wê baweriyê de ne ku ji ber ku Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû li dijî dewleta Filistînê ye, ev armanc hinek din dûr ketiye.
Her du civînên ewil ên vê tifaqa navneteweyî li Riyad û Brukselê hatibûn lidarxistin.