Li Nîkaragûayê di xwepêşandanan de zêdeyî 300 kes mirin

Li Nîkaragûayê, xwepêşandanên li dijî hikumetê ev çend meh in dewam dikin. Di xwepêşandanan de ku polîs û çalakger bi hev dikevin, gelek xwepêşandêr mirin.

Li Nîkaragûayê ku welatekî li Amerîka Navîn e, xwepêşandanên li dijî Serokdewletê sosyalîst Danîel Ortega û hikumetê dewam dikin. Hate ragihandin ku di xwepêşandanên doh de herî kêm 3 çalakger hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Komeleya Mafên Mirovan a Nîkaragûayê (ANPDH), ji ber serdegirtina polîsan a li bakurê rojava yê welêt  çend kes mirine. Li Sûtîabayê ku gelên xwecihî lê ne, di dema çalakiya birîna rê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da. Li nêzî bajarê Lêonê jî 2 xwepêşandêrên ciwan mirn.

ANPDH û Dêra Katolîk ragihandin, ku ciwanên xwepêşandêr di dema destwerdana polîsan de mirine. Tê gotin ku hin xwepêşandêr jî piştî ku ji polîsan reviyan li malên ku xwe lê girtibûn hatine kuştin.

Di bûyeran de zêdeyî 20 xwepêşandêr birîndar bûn, bi dehan ji wan jî hatin destgîrkirin.

Danîel Ortega piştî Şoreşa Sandînîst, di navbera salên 1979-1990'î de Nîkaragûa bi rê ve bir. Sala 2007'an ij nû ve hate hilbijartin û ji ber reformên ku dixwaze li qada civakî bike, bûye hedefa mûxalefetê. Ortega beriya niha bi çend mehan xwest projeya 'reformê' ku mûçeyên teqawîtan kêm dike, bixe meriyetê û li dijî wî xwepêşandanan dest pê kiribûn.

Bi xwepêşandanan re ku 18'ê Nîsanê dest pê kirin, dest ji projeya reforman hate berdan. Lê şer neqediya. Li gorî çavkaniyên cuda heta niha 220 heta 309 xwepêşandêr mirine, nêzî 2 hezar kes jî birîndar bûne.

Mûxalefeta rastgir û Dêra Katolîk dixwazin hilbijartinên serokdewletê yên sala 2021'ê di sala 2019'an de bên kirin.