Li Nîjeryayê şewba menenjîtê: Bi hezaran kes mirin
Li Nîjeryayê ji ber vîrusa menenjîtê ji meha Mijdarê û heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran diyar kirin ku şewb ketiye bin kontrolê.
Li Nîjeryayê ji ber vîrusa menenjîtê ji meha Mijdarê û heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran diyar kirin ku şewb ketiye bin kontrolê.
Li gorî daxuyaniya NCDC’yê ya Navenda Neteweyî ya Kontrolkirina Nexweşiyan ji 9’ê Gulanê û vir ve li 23 eyaletên bajêr 13 hezar û 420 nexweş hatine tespîtkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hezara kesî jiyana xwe ji dest daye, ev nêzî ji sedî 8’ê nexweşan e.
Hat diyarkirin ku li Zamfara, Nîjer, Sokoto, Katsîna û Kebbiyê şewb hindiktir bûye. Li Nîjer û Kebbiyê tu kes nemirine.
Şewba menenjîtê berê li Zamfarayê hate dîtin. Piştre jî li 22 eyaletan belav bû û rayedaran aşî dan destpêkirin. Nîjerya bi nifûsa xwe ya 190 milyonî welatê herî qelebalix ê Efrîkayê ye. Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku ji Nîsanê û vir ve 420 kes hatine aşîkirin.
Di sala 2015’an de li Nîjerya û Nîjerê 13 hezar û 700 kes vîrusa menenjîtê lê peyda bûbûn û hezar û 100 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.