Li Nîjeryayê di şerê li dijî Boko Haram de 22 hezar kes winda bûn

Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ÛKHK) diyar kir ku şerê li dijî Boko Haram de zarok jî di nav de herî kêm 22 hezar kes winda bûne.

Komîte diyar kir ku Nîjerya ya ku 190 milyon nifûsa wê heye, bûye welatê ku herî zêde kes lê winda dibin.

Komîteya Xaça Sor got: “Ev kesên ku me agahî ji wan nestendiye, 60 ji sedê wan dema winda bûne, hê zarok bûne. Bi hezaran malbatan nizanin bê ka zarokên wan dijîn an na. Ev ji bo malbatan kabûseke mezin e.”

Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku ji ber van şeran 2 milyon kesan ji neçarî dev ji warên xwe berdane.

Di 10 salên dawîn de di şerê li dijî Boko Haram de yê ku têkiliya wî bi DAÎŞ’ê re heye, 27 hezar kes mirin.

Roja Duşemê êrîşî baregeheke leşkerî hatibû kirin û gelek leşkerên nîjeryayê miribûn.