Li Nîjeryayê di nava mizgeftekê de 16 kes hatin kuştin

Kesên bi çek di avêtin ser mizgeftekê ya gundeke dikeve rojavayê Nîjeryayê de, 16 kes hatin kuştin.

Rayedarên xwecihî ragihandin ku bi dehan kesên çekdar bi motorsiklêtan tevger dikirin, avêtin ser gundê Maza-Kûka ya bajarokê Mashegûyê.

Êrîşkarên saetên zû yên sibehê di dema îbadetê de çûn mizgeftê, 16 kes kuştin.

Rayedar êrîşkar weke ‘çete’ pênase kirin. Li navend û bakurê welat bi salanin çeteyên bi çek terorê dikin.

Di êrîşa şeva 17’ê Cotmehê ya li sûkeke ya dikeve bakurê rojhilatê welat de 43 kes hatibûn qetilkirin. Êrîş li gundê Gronyo a eyaleta Sokoto pêk hatibû. Berî vê êrîşê bi deh rojan di êrîşeke li ser gundek din ê Skotoyê de bi kêmanî 19 kes jiyana xwe ji dest dabûn.