Li Nîjeryayê çi dibe?

Li Nîjeryayê, di xwepêşandanên dijî rêveberiya nebaş a welêt û tundiya polîsan de herî kêm 12 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya nû ya Amnesty International (Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî) hejmara mirovên li mezintirîn bajarê welêt li Lagosê di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 12 kesî.

Rêxistina Efûyê diyar kir ku herî kêm 10 ji kesên jiyana xwe ji dest dan bi destwerdana hêzên ewlekariyê hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan, hêzên ewlekariyê li dijî xwepêşandêran fîşekên rastî bi kar anîne, lewma bûne sedema mirina mirovan.

Xwepêşandan zêdeyî 10 roj in dewam dikin. Hikumeta ku xwe ji xwepêşandanan vedigire, tevî Lagosê li 36 eyaletan li 8 eyaletan destpêka hefteyê derketina derve qedexe kiribû.

Hêzên ewlekariyê bi tundî dest li xwepêşandanên êvara Sêşemê werdabûn. Çavdêran diyar kiribûn ku personelên artêşê gule li xwepêşandêran reşandine.

Qedexeya derketina derve ya piştî rûdana bûyeran hate ragihandin ji bo 72 saetan hate dirêjkirin.

Li bajarê Lagosê ku nifûsa xwe 20 milyon mirov e, tê gotin ku xwepêşandan veguherîne çalakiyên talankirinê. Hate ragihandin ku roja Çarşemê li gelek taxan kolan hatin asêkirin û bi dehan firoşgeh û şaxên bankayan hatin talankirin.

Êrişa giran a li dijî çalakerên li Nîjeryayê, li bajarên Pretorîa û Capê yên Efrîkaya Başûr jî hatin şermezarkirin.