Li Nîjerê 50 endamên Boko Haram hatin kuştin

Li başûr rojhilatê Nîjerê di şerekî giran de 50 endamên koma çete ya Boko Haram hatin kuştin.

Hikumeta Nîjerê êvara Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku li qada Toûmoûr a li herêma Dîfayê, "Terorîstên Boko Haram bi 20 wesayitan û bi çekên giran êriş birin ser nuqteyeke leşkerî." Hate ragihandin ku êriş di şeva 15-16'ê Adarê de pêk hat.

Hate gotin, hêzên hikumetê, parastinê û ewlekariyê bi hev re bersiva êrişê dan û êrişkar têk birin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "50 şervanên Boko Haram hatin notralîzekirin (kuştin)." Hate îdîakirin ku li aliyê hêzên leşkerî jî kesek birîndar bû.

Hate ragihandin ku hêzên tabûra destwerdanê ya taybet a artêşê piştî êrişê heta qiraxa Çola Çadê dan pey êrişkaran.

Li gorî heman daxuyaniyê, leşkerên Nîjerê gelek gumanbar girtine û dest danîne ser du wesayit û gelek çekan.

Boko Haram berê jî li herêma Toûmoûr a nêzî Nîjeryayê gelek caran êriş kiribû. Li Nîjeryayê ji sala 2015'an ve bi vê komê re şer tê kirin. Çeteyên Boko Haram li Çola Çadê ku di navbera Nîjer, Nîjerya û Çadê de ye tevdigerin.

Di 7'ê Adarê de li qada Şetîma Wangû ya li herêma Dîffayê li dijî nuqteyeke artêşa Nîjerê êriş hatibû kirin û li gorî daxuyaniya fermî 8 leşker miribûn û 3 jî winda bûbûn.