Li New Yorkê dawiya vê heftiyê ti êrîş çênebû

Li New Yorkê ya DYA'yê ji sala 1993'yan ve ye cara pêşî ye ku dawiya heftiyê êrîşeke çekdarî çênebû. Midûrê Emniyetê ev rewş pîroz kir.

Şefê polîsan ê New Yorkê James O'Neîll got, ''Ev ji mêj ve ye tiştekî wiha nabûbû, ne tenê polîsên New Yorkê hemû New Yorkî dikarin bi vê rewşê şanaz bibin''.

Bajarê New Yorkê ji 1993'yan ve ye li benda dawiyeke heftiyê ya bê êrîş bû. Piştî Pêrşemê ku kesekî di otomoboîlê de kesek bi çekê birîndar kirî,  În, Şemî û Yekşemê ti bûyereke çekdarî nehate tespîtkirin. Lê Duşemê nîvrokî dawî li bêdengiyê hat û kesekî bi 27 salî ji lingê wî hate birîndarkirin.

Li bajarê darayî yê DYA'yê New Yorkê van salên dawî êrîş kêm bûn. Li gorî bîlançoya dawî ji 7'ê Cotmehê ve 600 kes bû hedefa êrîşan. Li gorî heman demê ya 2017'an 1.1 ji 100'î bûyerên bi vî rengî kêm bûne.

Bûyerên kuştinê jî piştî ku 2017'an hinekî kêm bûne, dîsa zêde bûn. Nîvê pêşî yê salê 147 kes hatin kuştin. Li gorî hema serdemê ya par 8 ji 100'î zêde bûn. Tevahiya 2017'an 292 kes hatibûn kuştin. Ev jî ji 1950'î ve bîlançoya herî kêm bû.