Li nava Ereban dibe ku 1.7 milyon kes bêkar bimînin

Komîsyona civakî û Aborî ya Asya Rojava ya Neteweyên Yekbûyî (ESCWA) diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa korona ya nû li nava Ereban zêdeyî 1.7 milyon mirov dikarin bêkar bimînin.

ESCWA li ser maliyeta pandemiyê ya li herêmê nirxandin kir û ragihand ku li herêma Ereban Covîd-19 dikare bibe sedem ku di asteke bilind de mirov bêkar bimînin.

ESCWA'yê hişyar kir ku zêdeyî 1.7 milyon mirov ji ber vîrûsê dikarin karê xwe winda bikin û rêjeya bêkariyê jî di sala 2020'an de bi 1.2 ji sedî zêde bibe.

Li gorî texmînên ESCWA, hatineya milî ya nava welêt a welatên Ereb di sala 2020'an de herî kêm bi 42 milyar dolarî wê kêm bibe.

Ji ber şewba vîrûsa koronayê nirxê petrolê kêm bû. Maliyeta vê yekê li herêmê jî ji Çileyê heta 15'ê Adarê 11 milyar dolar bû.

Di vê navberê de Rêxistina Kar a Navneteweyî jî roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber şewba vîrûsa korona û krîza tenduristiyê ya pê ve girêdayî li tevahiya cîhanê dibe ku 25 milyon kes bêkar bimînin.