Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Moskowayê zêdeyî hezar kes hatin destgîrkirin

Li paytexta Rûsya Moskowayê bi daxwaza hilbijartina azad xwepêşandanek pêk hat. Lê belê polîsên Rûs bi rengekî tund dest li xwepêşandanê werdan û zêdeyî hezar kes destgîr kirin.

Polîsên Moskowayê ragihandin ku di xwepêşandanê de 1.074 kes hatin destgîrkirin.

Çalakiya protestoyî li ber avahiya Şaredariya Moskowayê pêk hat. Mûxalefet nerazîbûnê nîşanî redkirina namzetiya 'serbixwe'yan dide ku namzetiya wan ji bo hilbijartinên xwecihî yên 8'ê Îlonê hate redkirin. Tê gotin ku hilbijartin wê ji bo namzetên alîgirê desthilatdariyê hilbijartineke zehmet be.

Çalakgerekî 68 salî ji AFP'ê re got, "Di tevahiya temenê xwe de tirsiyam. Êdî bes e. Eger em di mala xwe de bimînin wê tiştek neyê guhertin."

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî fikarên xwe yên ji ber bûyerê nîşan da û diyar kir ku ev yek ji bo çavtirsandina mûxalefetê ye.