Li Moskowayê teqîn: 1 mirî, 4 birîndar
Hat diyarkirin ku li Moskowayê di avahiyekê de teqîn pêk hatiye û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest daye, 4 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku li Moskowayê di avahiyekê de teqîn pêk hatiye û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest daye, 4 kes jî birîndar bûne.
Ajansên Rûsî dan zanîn ku roja Duşemê li Moskowayê di komplekseka avahiyan de teqîneke ku sedema wê hîn nayê zanîn pêk hatiye. Kesekî ji servîsa lezgîn ji ajansa Ria Novostiyê re axivî û got, “Li deriyê avahiya Alyye Parusa”yê ya ku li bakurrojavayê Moskowayê teqînek çûbûye û di encamê de kesek miriye û 4 birîndar bûne.
Li gor ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASS’ê, Armen Sarkisyan jî ku lîderekî paramîlîter ê payebilind ê alîgirê Rûsyayê yê li herêma Donetsk a Ûkraynayê ye, di teqînê de bi giranî birîndar bûye.