Li Moskowayê hişyariya bombeyên nepen

Ev çend meh in, li paytexta Rûsya Moskowayê hişyariya bombeyên sexte, wane tên betalkirin yan jî taloqkirin, dadgeh û stasyonên metoryê tên tehliyekirin. Hikûmet jî bi giştî bûyeran bi bêdengî derbas dike.

Îxbarên bombeyên sexte yên nepen dibe sedem ku saziyên îdarî, dibistan û şîrket ji karê xwe bimînin. Îxbarên sexte bandora xwe li gelek bajarên din jî dike lê li Moskowaya ku nifûsa wê 16 mîlyon her roj bi mîlyonan kes cih diguherîn ev rewş hê bêhtir tê jiyîn. Hinek rojan hejmara îxbaran dibe hezar.

Li gorî ajansa nûçeyan a Înterfaxê ji 28’ê Mijdarê ve li paytext 1.6 mîlyon kes neçar mane tehliye bibin. Înterfax yekane medyaya ku texmînên ne fermî dide ye.

Karmend Yûlîa Olşanskaya ya Moskowayî ku ji AFP’ê re axivî diyar kir ku êdî hejmara hişyariya bombeyan nagrin û got ku di meha Kanûnê de carek din dibistana ku keça wê diçe tehliye kirine. Keça wê ya 13 salî wiha got; “Wane hatin betalkirin yan jî taloqkirin lê di wan rojan de tehliye jî hate kirin.”

Dayikek din a ji Moskowayê Yûlîa Grebenşnko got ku ji serê meha KanûNê ve 13 caran keça wê ji dibistanê hatiye tehliyekirin.

Hate diyar kirin ku di her îxbarê te heman rêbaz tê bikaranîn. Ji navnîşanên ku nikarin werin şopandin mailêm bombeyan ji şîrket yan jî saziyên kamûyê re tê şandin. Li ser vê li gorî berpisyariya qanûnî lêpirsîn tê destpê kirin yan jî tehliye tên kirin.

Çavkaniyeke “biewle” ku ji Înterfaxê re axivî got ku tenê roja 5’ê Sibatê li Moskowayê îxbara bombeyan li 1500 cihan hate krin. Di nava van de katêdral (dêrên mezin), nêzî 30 dadgeha, 150 cihên perwerdê, 232 îstasyonên metro, 15 saziyên tenduristî, 75 hawûz û nêzî 100 navendên kirîn û firotinê hene.

Têkildarî texmînên maliyeta tedbîr û tahliyeyên piştî îxbaran texmînek nîne lê eger li rewşa bûyeran were temaşe kirin tê îfadekirin ku gelek e. Di sala 2017’an de di pêla îxbara bombeyan a bi rêya telefonê re li gorî rayedarên Rûs xisareke bi mîlyonan eruro çêbûye.

Vê carê rayedar ji daxuyaniyan direvin. Bêdengiyek heye. Heta niha têkildarî îxbaran tu hincet yan navnîşan nehatiye nîşandan û heta niha têkildarî girtina kesên bi guman jî tu daxuyaniyek nehatiye dayîn. Tevî ku saziyên kamûyê karê xwe nakin ji karê xwe dibin ti peyameke bi ewle yan jî hişyarî nehatiye dayîn.

Li gorî AFP’ê di tevnên civakî û hinek malperên nûçeyan ên “xweser” têkildarî mijarê agahiyên zêdetir têne bidestxistin. Bi taybet tê diyar kirin ku ji bo pereyê sanal Bîtcoîn şantaj ê kirin. Li Saînt-Petesbûrgê di daxuyaniya dadgehan a ji bo serwîsa çapemeniyê hatî kriin de hate ragihandin ku hişyariyeke sexte ya 120 Bîtcoîn (li gorî qûralên heyî 1.07 mîlyon euro) dixwaze hate kirin. Hate îdîakirin ku pere ji aliyê mîlyarderê Rûs KonstantÎn Malofiyev ve li ser paltroma pereyê krîpto WEX re hatiye bidestxistin.

Qenalên herî mezin yê televîzyona kamû yên Rûsyayê qala tehliyeyên piştî îxbarên bombeyan tê kirin nake. Pisporê pirsgirêkên leşkerî KGB’yî yê berê Valerî Şîrîayev ku ji rojnameya mûxalefet Rojnameya Novaya re axivî wiha got; “Eger qenalên televîzyona federal qala vê kiriba, kêmbûna baweriya bi hikûmetê wê hê bêhtir mezin bûbûya. Ev rewş bêhêziya dewletê dide nîşandan.”