Li Moskovayê di xwepêşandanên qedexekirî de zêdetirî 500 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Rûs di çalakiya li pêşiya şaredariya Moskova ya bi daxwza hilbijartina azad hatî kirin de, zêdetirî 500 kes destgîrkirin.

Li gorî rêxistina sivîl a bi navê OVD-Înfo ku di şopandina çalakiyên protestoyê de pispore ragihand ku di mudaxleya polîsan Rûs a ji bo çalakiyê de zêdetirî 500 kes hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin ku beriya çalakî desptê bike ji aliyê hêzên dewletê ve bi dehan kes hatin destgîrkirin.

Muxalefet nerazîbûn nîşanî redkirina namzetên “xweser” a ji bo hilbijartina xwecihî ku tê payîn 8’ê Îlonê were kirin.

Îlîa Yaşîn, Lîûbov Sobol û Dmîrtrî Gûdkov û gelek muxalîfên din hatin destgîrkirin.