Li mizgefteke li Afganîstanê êrîşeke bombeyî hate kirin
Li mizgefteke li bajarê Hostê ku weke navenda qeydkirina dengdêran dihate bikaranîn, teqînek bû. Ji ber teqînê herî kêm 30 kes mirin û birîndar bûn.
Li mizgefteke li bajarê Hostê ku weke navenda qeydkirina dengdêran dihate bikaranîn, teqînek bû. Ji ber teqînê herî kêm 30 kes mirin û birîndar bûn.
Ajansa Nûçeyan Associated Pressê ragihand, li mizgefteke li wîlayeta Hostê ya li rojhilatê Afganîstanê ku weke navenda qeydkirina dengdêran dihate bikaranîn, êrîşeke bombeyî hate kirin.
Rayedarekî Afgan got, herî kêm 30 kes mirine û birîndar bûne.
Rayedaran êrîş piştrast kirin, lê hê kesî li xwe negirtiye.