Li Misrê Sîsî bi 2,5 milyon dengan li pêş e
Li Misrê li gorî encamên demkî yên hilbijartinên sê rojan ên serokkomariyê Abdul Fetha El Sîsî bi 21,5 milyon dengan li pêş e.
Li Misrê li gorî encamên demkî yên hilbijartinên sê rojan ên serokkomariyê Abdul Fetha El Sîsî bi 21,5 milyon dengan li pêş e.
Li Misrê, weke ku tê payin encamên hilbijartinê nîşan dide ku dîsa Sîsî wê bibe Serokkomar.
Li gorî rojnameya hikûmetê Ahbar El Yevm Sîsî bi 21,5 milyon deng li pêş e. Tekana rikberê wî Mûsa Mûstafa Mûsa jî 721 hezar deng standin.
Mûsa gotibû ji bo ku di hilbijartinê de Sîsî bi serê xwe nemîne xwe di ber hilbijartinê re kiriye. Ji ber ku, tê zanîn ku Mûsa yek ji destekvanê Sîsî ye.
Sîsî di hilbijatinên 2014’an de 97 ji 100’î yê dengan standibû û bibû Serokkomar. Rêjeya tevlêbûna li hilbijatinan 50 ji 100’î bû. Rêjeya tevlêbûnê ya li hilbijartina dawî hê nehatiye gotin. Lê hin jêder dibêjin 21 ji 100’î ye.
Li Misrê, ku welatê herî xilbe ê Ereb e, Duşemê bang li 60 milyon mirov hatibû kirin ku tevlî hilbijartinê bibin. Dengdan heta Çarşemê dom kir.
Hilbijartina Sîsî, ku berê leşker bû, piştî dîskalîfîyebûna namzetên din, bi renge formalîte tê dîtin.