Li Misrê li dijî çeteyên radîkal operasyon: 11 mirî

Hate ragihandin ku di operasyona li derdora Sîna ya Misrê de 11 endamên çeteyan hate kuştin. Li Misrê di 24’ê Mijdarê roja Înê ya derbasbûyî de li dijî mizgeftekê êrîşekî bombeyî pêkhatibû û nêzî 300 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezîrê Karê Hundir ê Misrê ve hatî kirin de, hate gotin ku li dijî milîtanên Îslama radîkal li wîlayeta Îsamîliye ku li sînorê Nîvgirava Sînayê ye operasyonek hate lidarxistin.

Hate gotin ku di şerê di operasyonê de herî kêm 11 mîlîtan hatine kuştin û diyar bû ku ji vê herêmê alîkariya lojîstîkî ji bo komên çekdar ên ku êrîşa roja Înê ya li dijî mizgefta Sina a Bakur pêkanîbûn, dihate kirin.

Hejmara kesên ku di êrîşa 24’ê Mijdarê ya li dijî Mizgefta Ravda ya ku li bajarê Arîş yê Bakur ê Sîna yê de jiyana xwe ji dest dayîn îro gihişte 309’an.