Li Misrê ji ber rewşa xirab a hewayê 7 kes mirin

Li Misrê ji ber barana dijwar û lêhiyê 7 kes mirin.

Li gorî çapemenî û rayedarên Misrê, ji ber barana dijwar a li bajarokê Zarayeb a dikeve başûrê Qahîrê mal hilweşiyan û 5 kes mirin. Rayedaran anî ziman ku tîmên yekem ên rizgariyê li cenazeyan digerin.

Li gorî rojnameya hikûmetê Ahbar El Yûmê roja Pêncşemê ji ber girtina elektirîkê li Qahîrê du kes mirin.

Ji ber barana dijwar û hewayê roja Pêncşemê betlane hatibû îlankirin.

Servîsa meterolojiyê ragihand ku wê mercên hewaya xirab heta roja Şemiyê jî bidome.

Ji ber mercên xirab ên hewayê roja Pêncşemê li Qahîrê di encama qezaya trenê ya li du rêwiyan qelibî de, her du rêwî miribûn, 13 kes jî birîndar bûbûn. Li ser vê seferên trenê ji bo demekê li gelemperiya welat hatibû rawestandin.