Li Misirê kaneke bi nirx a zêran hate dîtin

Wezîrê Petrok û Karê Kanan ê Misirê Tarik El Molla da diyarkirin ku li Başûrê welat kaneke bi nirx ya zêr hatiye dîtin.

Wezir El Molla bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku kana zêr li herêma kargeha kanê ya netewî ya ji aliyê Companya Shalateen Mining ve tê bikaranîn hatiye dîtin.

Hat diyar kir ku li beramber razandinên ji bo kana nêzî 30 ton zêr lêye, wê di nava 10 salên bê de yek milyar euro bê xerckirin.

Piraniya kanên zêr ên li Misir ê, ji aliyê kanzayî ve li çola zengîn a başurê rojhilat tên dîtin.

Hikumeta Misirê di sala derbasbûyî de ji bo razandina şerketek biyanî bikêşîne herêmê, di derbarê karên kanan de plansaziyên nû pêşkêş kiribû.

Bi vî şêweyî kargeha Kanadayî Aton Resources piştî deh salan bû kargeha lisansa yekem a kan derxistin û birêvebirinê. Ji berî vê jî kargeha Centamîn a Îngiliz-Ewustralya lîsans wergirti bû.