Li Meksîkayê rojnamevanekî din hate kuştin
Rojnamevan li Meksîkayê di hedefa rêxistinên sûc de ne. Li vî welatî rojnamevanekî din hate kuştin. Tenê îsal 5 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.
Rojnamevan li Meksîkayê di hedefa rêxistinên sûc de ne. Li vî welatî rojnamevanekî din hate kuştin. Tenê îsal 5 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.
Li Meksîkayê, ku par 11 rojnamevan lê hatin kuştin, xebatkarê Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) rojnamevan Javîer Valdez hate kuştin. Valdez li eyaleta Sînaloa rojnamevanî dikir, ku li vê eyaletê çeteyên lîderê rêxistina sûc a bi navê El Chapo rojnamevanî dikir.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, Javîer Valdez ê 50 salî, li bajarê Cûlîacan ê li bakkurrojavayê welêt, di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Bi kuştina Valdez re, hejmara rojnamevanên ji destpêka salê ve li Meksîkayê hatin kuştin, bû 5.
Par li vî welatî 11 rojnamevan hatibûn kuştin.