Li Meksîkayê lehî rabû: Zêdeyî 20 kes mirin
Li Meksîkayê li paytext Meksîko û eyaleta Hîdalgoyê ji ber baranê gelek kes mirin.
Li Meksîkayê li paytext Meksîko û eyaleta Hîdalgoyê ji ber baranê gelek kes mirin.
Ji ber barana zêde li gelek herêmên Meksîkayê lehî rabû.
Li banliyoyên bakur ên paytext Meksîkoyê 2 kes, li eyaleta Hidalgoyê 17 kes û li Ecatepecê jî 6 kes mirin.
Ji ber barana zêde ya li eyaleta Hidalgoyê av li nexweşxaneyekê qewimî. Ji nexweşên li nexweşxaneyê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Waliyê eyaletê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber barana zêde ya li eyaleta Hidalgoyê çemê Tulayê fûriya ye û nexweşxane daye ber xwe.