Li Meksîkayê goreke komî ku bi sedan cesed tê de ne, hat dîtin

Li Meksîkayê, ku zêdeyî 30 hezar kes 'winda' ne, di encama lêkolînekê de goreke komî derket holê ku kiloxên 250 kesî tê de hatin dîtin.

Gora komî li eyaleta Veracrûzê hat dîtin.

Dozger Jorge Wînckler ji qenala Televîsa re axivî û da xuyakirin, ku li vê gora komî herî kêm 250 kilox hene û yek ji sê parên vê gorê hatiye vekirin. Wınckler got, "Veracrûz goreke mezin a komî ye" û ragihand, ev cesedên di gora komî de ne, yên mirovên ji aliyê rêxistinên sûc ve hatine kuştin e.

Wînckler diyar kir, rêxistinên sûc mirovan dikujin û winda dikin û anî ziman, ev yek jî bi helwesta jinedîtîhatinê ya otorîteya cemaweriyê, pêk tê.

Dozger Wînckler anî ziman, ew texmîn dikin li Veracrûzê hê gelek gorên komî hene got, eger hemû bên vekirin wê Veracrûz bibe mezintirîn gora komî ya Meksîkayê yan jî tevahiya cîhanê.

Li Meksîkayê, ku rêxistinên sûc, polîs, siyasetmedar û saziyên cemaweriyê hevkariya hevdikin, herî kêm 30 hezar kes winda ne. Li eyaleta Veracrûzê ku bûyerên revandinê hê baş nehatine ronîkirin, di Tebaxa par û vir ve 125 gorên komî hatin dîtin.