Li Meksîkayê depoya fîşekên hewayî teqiya: 19 kes mirin

Li Meksîkayê ji ber teqîna li depoyeke ji fîşekên hewayî, herî kêm 19 kes mirin.

Li bajarê Tûlpetec ê Meksîkayê, doh li depoyeke ji fîşekên hewayî teqînekê rû da. Ji ber teqînê herî kêm 19 kes mirin.

Tê gotin ku 31 kes jî ji ber teqînê birîndar bûne û tirs û fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li Meksîkayê salên dawî il gelek depoyên fîşekên hewayî teqîn bûn. Kanûna 2016'an li bajarê Tûlpetecê li bazara herî mezin a fîşekên hewayî teqînekê rû dabû û 42 miribûn, 70 kes jî birîndar bûbûn. 6'ê Hezîranê jî teqînekê rû dabû û 7 kes miribûn.