Li Meksîkayê 2019'an 35 hezar kes hatin kuştin

Li Meksîkayê 2019'an 34 hezar û 582 kes hatin kuştin.

Ji hêla daxuyaniya Sekreteriya Rêveberiya Ewlehiya Kamûya Netewî ve 2019'an li tevahiya welêt 34 hezar û 582 kes hatin kuştin.

Ji 1997'an û vir ve ku qeyda kuştiyan tê girtin, 2019'an giha asta rekorê.

Li welêt ku nifûsa wê 126 milyon e bûyerên tundiyê ji 2006'an û vir ve pir zêde bûne.

Li gorî sekreteriyê ji 2006'an û vir ve li welêt 275 hezar kes hatine kuştin. Di van van de ji hêla rêjeyê ve çendê ji van têkildarî sûcên organîze ne, ne diyar e.