Li Manîlayê tevdîrên li dijî Covîd-19: Ketin û derketin qedexe bû

Li paytexta Fîlîpîn Manîlayê, di çarçoveya tevdîrên dijî Covîd-19 de ketin û derketin hate qedexekirin.

Ketin û derketina Manîla ku nifûsa xwe 12 milyon kes e, ji aliyê polîsên çekdar ve hate girtin. Her wiha hate qedexekirin ku balafir ji Manîlayê rabin û xwe lê deynin. Çalakiyên girseyî ji bo mehekê hatin qedexekirin.

Ketin û derketina Manîla ji bilî rewşeke ji neçarî wê bi destûreke taybet pêk were. Ji saet 20:00 ê êvarê heta saet 05:00 ê ber destê sibehê wê derketina derve qedexe be. Dibistanên li bajêr hemû hatin girtin.

Tê gotin ku heman pêkanîn wê li gelemperiya Fîlîpînê bên bicihanîn. Li Fîlîpînê heta niha 111 kesên bi vîrûsê hatin tespîtkirin û 8 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Karên Hundir Edûardo Ano got, "Em niha di rewşeke wiha de ne ku dişibe 2 meh beriya niha ya rewşa Îtalyayê. Ji ber ku em bi vî rengî mirovan aciz dikin lêborîna xwe dixwazin, lê belê divê em tevdîran pêk bînin."

Li nava bajêr jiyan bi temamî rawestiya ye. Mirov diçin kar û tên, lê belê neçar dimînin ku ji bendên kontrolê derbas bibin. Otobus û tren niha dixebitin.