Li Malî di kana zêr de hezaz çêbû: Herî kêm 48 kes mirin
Li rojavayê Maliyê roja Şemiyê di kaneke zêr a dijqanûnî de, hezaz çêbû. Di encama hezazê de herî kêm 48 kes mirin.
Li rojavayê Maliyê roja Şemiyê di kaneke zêr a dijqanûnî de, hezaz çêbû. Di encama hezazê de herî kêm 48 kes mirin.
Li gorî nûçeya AFP’ê polîsek rayedar, ragihandiye ku di encama hezazê de 48 kes mirin e.
Rayedar da zanîn ku piranî qurbanî jinên ciwan in û got ku di nava qurbaniyan de dayikek tevî zarokek xwe jî heye.
Bûyer li ser rûyê kaneke zêr a kevn pêk hat. Ev kana zêr berê ji aliyê şîrketeke Çînê ve dihate xebitandin. Li wê herêmê bi awayekî dijqanûnî lêgerîna zêr dihat kirin.
Endamê Komeleya Kana Zêr a Kenieba Boubacar Kita jî piştrast kir ku di kana li Bilaly Kotoyê de 48 kes mirin e.
Serokê rêxistineke hawirdorê ya herêmî got, "Ev der herêmek dijqanûnê ye. Ji bo ku li herêmeke wiha xebat bê meşandin hevkariyek mezin a sûcê heye. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin."
Li Malî gelek caran qezayên madenê yên dijqanûnî pêk tên. Beriya salekê li başûrê welêt di kana zêr de hezaz çêbûbû û zêdetirî 70 miribûn. Di meha Çileyê de 10 karkerên kanê ku piraniya wan jin bûn, ji ber hezazê mirin.