Li Malî cara duyemîn li gundekê komkujî hate kirin

Di êrîşa çekdarî ya li gundê Ogossagû ya navenda Maliyê herî kêm 20 gundî hatin qetilkirin. Beriya salekê li heman gundî nêzî 160 kes hatibûn qetilkirin.

Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê kesên mensûbên civaka Dogon ve hatiye kirin. Li gundê ku bûyî hedefa êrîşê mirovên mensûba gelê Poller dijî.

Berpirsê gund Alî Osman Barî wiha got; “20 miriyên me hen, hinek ji wan şewitîne”. Rayedarên xwecihî diyar kirin ku 28 kes jî winda ne û ji êrîşan Dogonan berpisyar dît. Ev agahî ji aliyê çavkaniyên xweser ve nehate piştrastkirin.

Hate diyar kirin ku êrîş piştî vekişîna artêşa Malî ji herêmê ya  şeva Înê ji aliyê 30 kesên çekdar ve hatiye kirin. Hate diyar kirin ku beşek ji gund hatiye şewitandin, stokên xurdemenî (tiştên jibo xwarinê) hatine îmha kirin û lawirên wan hatine revandin.

Li Maliyê ji sala 2015’an ve piştî xirabbûna rewşa ewlehiyê gelek êrîşên mîna hev şêbûn. 23’ê Adara 2019’an li gundê Ogosagû yê herêma Moptî ya ku gelê Poller lê idkî di êrîşekê de piranî jin û zarok dinav de herî kêm 60 sivîl hatibûn qetilkrin.

Di şerê li herêmê de bi taybet komên etnîk Poller û Dogan tên beramberî hev. Di koka şeran de bi taybet nelihevkirina erazî heye.

HRW'Ê NERAZÎBÛN NîŞANÎ BÊCEZAYI YÊ DA

Li gorî Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mİrovan (HRW) tenê di sala 2019'an de li navenda Malî nêzî 500 sivîl hatine kuştin û bi sedan birÎndar bÛne. HRW beriya niha têkildarî tundî û bêcezayiya li MalÎ raporek weşand Û wiah got; "Li herêmên navîn ên Maliyê komên çekdar bi giranî mirovan dikujin, seqet dihêlin û civaka terorîze dikin. Xuyaye natisin ku wê hesab bidin. Her ku tundiya kujer û hesta tolhildanê dubare dibe, bîlançoya mirovên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe."

Komên ku weke xwe cîhadîst tên binavkirin, di sala 2012'an de li bakurê Malî derketin holê û li navenda welêt û welatên Bûrkîna Faso û Nîjerê belav bûn. Tevî ku li herêmê hêzên Fransayê, hêzên herêmî û hêzên ser bi Neteweyên Yekbûyî hene, komên Îslamî yên tundrew hîn jî belav dibin.