Li Lubnanê Serokwezîr îstifa kir

Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî îstîfa kir. Harîrî di îstîfaya xwe de Îran û Hîzbûllah rexne kir.

Serokwezîrê Lubnanê Saad el Harîrî îstîfaya xwe ragihand. Harîrî di daxuyaniya ku dayî de got ku rewşa li Lubnanê rojên ku sûîqast li babê wî hatiye kirin, dide nîşandan.

Harîrî di axaftina xwe ya îstifayê de Îran û Hîzbûllah rexne kir û rêveberiya Tehranê di aliyê mûdaxelekirina têkiliyên dewletên Ereban de rexne kir.

Babê Saad El Harîrî, Refîk El Harîrî heta sala 2004’an kû îstîfa bike serokwezîrê Lubnanê bû û di sala 2005’an de bi êrîşeke wesayîta bombebarkirî jiyana xwe ji dest dabû.