Li Londrayê li pêşiya BBC’yê Eûtelsat hat protestokirin
Biryara Eûtelsatê ya sekinandina weşana 3 televîzyonên Kurdî li Londrayê hat protestokirin.
Biryara Eûtelsatê ya sekinandina weşana 3 televîzyonên Kurdî li Londrayê hat protestokirin.
Li paytexta Îngîltere Londrayê, li pêşiya navenda BBC'yê gel li hev civiyan. Komê pêkanînên dewleta Tirk a ku 'neyartiya ragihandinê' dike û bêdengiya çapemeniya Îngiliz protesto kir.
Têkildarî mijarê dosyaya ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd hatibû amadekirin teslîmî berpirsên BBC’yê hat kirin. Girseyê çalakî li dar xist û dirûşmeyên 'Destê xwe ji çapemeniya Kurd bikişîne', 'Maka şermê BBC', 'Li dijî faşîzmê bibin yek' berz kirin.
Çalakî bi xwendina daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.