Li Libyayê şer kêm bû

Li Libyayê ku şerê navxwe hê jî didome, şerê li derdora paytext Trablûsê duh bi giştî bidawî bû.

Li başûrê paytext Trablûsê şerê ku komên mîlîsan ji bo ku cihên girîng ên bajêr kontrol bikin dest pê kirî ev mehek bû didomiya.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin, şerê di navbeyna komên milîs de bi giştî bi dawî bû. Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Yekîtiya Netewî ya ku ji hêla qada navnetewî ve tê naskirin, rêyên ku hêzên milîs ji ber şer bloke kribûn bi piranî hatine vekirin.

Tê zanîn şerê ku li başûrê bajêr giran bûyî di navbeyna komên rikdar de derketibû ku ev kom ji Trablûs, Tarhûna û Misratê hatibûn.

Di vê meha dawî de di şer de bi kêmanî 115 kes hatibû kuştin, nêzî 400 kesî jî birîndar bûbûn. Ji ber şer nêzî 25 hezar kes jî bê cih û war bûbûn.

Şerê navxwe yê Libyayê ku 2011'an piştî Muammer Qedafî hate hilweşandin hê çareser nebûye. Di dest Hikûmeta Yekîtiya Netewî de Trablûs û Mîsrate û çend bajar hene, li van bajaran ku dikevine hêlên bakur û rojava de komên çekdar hê jî hene.

Hêzên bi ser hikûmetê ve, ya bi navenda Tobrukê, sê ji çar parên welêt kontrol dikin.