Li Lîbyayê herî kêm 15 koçber xeniqîn

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) roja Çarşemê di keştiyekê de ya li peravên Lîbyayê noqî binê avê bû, herî kêm 15 koçber xeniqîn.

Li gorî daxuyaniya IOM'ê li peravên bajarê Sabratayê ku bi 70 kîlometreyî li rojavayê paytext Trablûsê ye, keştiyeke koçber tê de bûn û berê xwe li Îtalyayê bû, noqî binê avê bû.

Şefê Mîsyona Lîbyayê ya IOM'ê Federico Soda diyar kir ku li gorî texmînên wan, herî kêm 15 koçberan jiyana xwe ji dest dane.

Federico Soda diyar kir ku piştî rûdana karesata keştiyê 5 koçber ji aliyê masîgirên li herêmê ve hatin rizgarkirin û ew gihandin Lîbyayê.

Soda ragihand, roja Sêşemê jî hêzên ewlekariya peravî yên Lîbyayê herî kêm 70 koçber li Derya Spî destgîr kirin û birin Lîbyayê.

Ji salên 1990'î û vir ve bi deh hezaran koçberên hewl dan xwe bigihînin Ewropayê li Derya Spî fetisîn.

Bazirganên mirovan, Lîbyayê weke rêgeheke ji bo derbasbûna Ewropayê bi kar tînin, ku li Lîbyayê ji ber şerê navxweyî tevlîhevî heye. Tê gotin ku tenê îsal zêdeyî 10 hezar koçber ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Lîbyayê ve hatin girtin.