‘Li Lîbyayê dewleta Tirk dibe sedema bêîstîkratiyê’

Di konferansa Munîhê de ya li ser Lîbyayê dewleta Tirk hate rexnekirin. Wezîrê Karê Derve yê Siûdî Erebistanê diyar kir ku dewleta Tirk dibe sedema bêîstîkrariyê.

Li Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê ya li ser Lîbyayê mesele hate ser binpêkirina ambargoya çekan. Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku, binpêkirina ambargoyê bûye wekî ‘henekan’, Siûdî Erebistanê jî dewleta Tirk sûcdar kir.

Alîkarê Nûnerê Taybet ê Lîbyayê ya NY Stephanîe Wîllîams got ku “Ambargoya çekan a li ser Lîbyayê bûye tiştekî wekî henekan. Ji ber şandina çekan rewş tevlihevtir bûye. Divê ev rewş were şopandin û hesap jê were pirsîn.”

Wezîrê Karê Derve yê Siûdî Erebistanê Prens Faysal bîn Ferhan jî got ku “Tirkiye ji ser Sûriyeyê yekîneyan dişîne. Ev rewşê xerabtir dike û dibe sedema ku bêîstîkrarî pêk were.”

Ferhan diyar kir ku di demên pêş de mîsyoneke aştiyê ya navneteweyî dikare peywira xwe pêk bîne lê a niha ji bo vê mîsyonê ne wexteke rast e.