Li Lîbyayê bi hezaran koçber li girtîgehên dersînorkirinê ne

Li Lîbyayê, ku koçber di ser re derbasî Îtalyayê dibin, bi hezaran penaber li navendên demî bi zorê tên girtin.

Li ser navê otorîteya têkoşîna li dijî koçberiya derveyî qanûnan a Lîbyayê Abdulrazaq El Şnîtî axivî û diyar kir, wan 42 navendên dersînorkirinê ava kirine, ku 23 ji wan 'dixebitin'. El Şnîtî duh di merasîma vekirina navenda dawî ya dersînorkirinê axivî û anî ziman, li girtîgehan 7 hezar 8 hezar koçber tên girtin.

El Şnîtî diyar kir, piraniya van koçberan ji Afrîka Sahra tên û anî ziman, ew bi Sefaretxaneyên Bilind ên welatên koçber jê hatine hevkariyê dikin û bi rêya vê hevkariyê koçberan dersînor dikin. El Şnîtî îdîa kir ku temamiya dersînorkirinê di bin çavdêriya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) a ser bi Neteweyên Yekbûyî tê kirin.

Rayedarekî Lîbyayê da xuyakirin, ji ber ku sînorên welêt ên li başûr nikarin bên parastin, koçberiya li derveyî qanûnan tê kirin û got, sînorên li vî alî bi temamî vekirî ne. Rayedar diyar kir, eger sînorê li herêmên başûr were kontrolkirin, wê pêşî li hatina koçberên berê xwe didin welatên Ewropayê bê girtin û daxwaza alîkariyê kir.

Di serdema Mûammer Kaddafî de, ku di sala 2011'an de hate hilweşandin, sînorê bejahî yê Lîbyayê ku 5 hezar kîlometre ye, bi xurtî dihate kontrolkirin. Lê belê şerê navxweyî yê piştî Kaddafî rû da û ev 6 sal in dewam dike, bû sedem ku Lîbya weke cihekî koçber di ser re derbasî Îtalyayê bibin bê bikaranîn.

Tê zanîn, di zêdebûna hejmara girtîgehên dersînorkirinê yên li Lîbyayê de bandora Yekîtiya Ewropayê heye. Yekîtiya Ewropa, bi îdîaya 'pêşîgirtina li cihê jê tê' ya koçberan, piştgiriyê dide hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya li Trablûsê.