Li Lîbyayê aliyan biryara hilbijartin û agirbestê dan

Aliyên şer ên li Lîbyayê, ragihand ku wê şer li hemû welat bisekinin û biçin hilbijartinê.

Serokwezîrê hikûmeta navendî ya Trablûsê Fayîz El Sarac ê Tirkiye destekê dide, li rojhilat serokê parlemetoya usulî  Agîla Salihî bi daxuyaniyên cuda ragihandin ku wê di nêz de hilbijartin pêk were.

Li gorî her du daxuyaniyan wê di demeke nêzîk de hilbijartin pêk were. Her wiha aliyan fermana ‘Bilez li hemû xaka Lîbyayê rawestandina şer da.’

Lîbya 6 sal in hatiye dubeşkirin. Li aliyekê navendîbûna Trablûs ku hikûmetek ji aliyê Tirkiye û NY’yê ve tê destekkirin, li aliyê din jî li rojhilatê welat parlementoyeke ji aliyê Halîfe Hafter ve kom bûyî û bi hilbijartinê hatî diyar heye. Hikûmeta li rojhilata a 2014’ê bi hilbijartinê diyar bû, bi taybet herêmên piranî petrol lê ye di destê xwe de girtiye. Aliyê Hafter Misr destek dike.

Serokkomarê Misrê Abdul Fetah el Sîsî li ser hesabê Twîtterê agirbest silav kir û got: “Ev biryar ji bo pêkanîna çareseriyeke siyasî û aramiyê qonaxekî girîng e.”

Neteweyên Yekbûyî jî peymana di navbera rikberan de jî silav kir.