Li Libyayê 36 hezar zarok hewceyî alîkariyê ne

Fona Rêxistina Koçberî û Zarokan a Navnetewî û  UNICEF’ê yên bi ser Neteweyên Yekbûyî ve, diyar kirin ku li Libyayê 36 hezar zarok ku ji van 14 hezar jê kesekî wan nîn e hewceyî bi alîkariyê ne.

Li gorî du rêxistinên NY’yê li Libyayê 400 hezar koçber hene. Ji van 9 ji 100’î zarok in. Ji van zarokan jî 14 hezar jê ti kesê wan nîn e. Ti malbateke wan jî tine ye.

Rêxistina Koçberiyê û UNICEF’ê ji vê rewşê re got, ‘mirov behitî dimîne’. 2017’an nêzî 15 hezar zarokên ku malbatên wan nîn in, ji Libyayê di ser Akdenîzê re koçîr Italyayê kirin.

Di heman demê de 400 zarok di behrê de mirin. Her wiha gelek zarok di dema koçberiyê de hatin îstîsmar kirin, keda wan hate xwarin û girtin.

Du rêxistinan jî ji bo ku alîkariya bi zarokan re were geşkirin diyar kirin ku li Libyayê plana çalakiyê danîne.

Ev plan parastin, perwerdehî û tenduristiyê di nav xwe de vedihewîne. Rêxistina Navnetewî ya Koçberiyê plan dike ku sala 2018’an 30 hezar koçberî, ku di nav de zarok jî hene, bi dildarî bişîne welatê wan.

Beriya bi demeke kurt dîmenên kamereyê yên bi dizî ku li Libyayê koçber li bazarên koleyan têne firotin belav bûbû û vê mirov behitî hiştibûn.