Li Kosowayê siyasetmedarê Sirp hate kuştin

Li Kosowayê siyasetmedarê navdar di encama êrîşeke çekdarî de hate kuştin.

Diyar bû êrîş li Mîtrovîcayê, li herêma Sirpan a Kosowayê pêk hatiye. Êrîş Sêşemê saet 08.15’an pêk hat û Olîver Îvanovîç ê 64 hate kuştin.

Îvanovîç dema ku ketî avahiya partiyê ji hêla tetîkêşên ve ku di otomobîlê de bûn hatin kuştin. Îvanovîç li ser partiyeke demokratên sosyal bû.

Li Mîtrovîca weke siyasetmedarekî nerm ê Sirp dihate naskirin. Ev bajar, ku li bakurê wê nifûs bi piranî Sirp in, başûrê wê jî piranî Arnawûtên Kosowayî ne û wiha ji hev dabeş bûne.

Serokkomarê Sirbistanê Aleksandar Vusîc êrîş şermezar kir û got, ‘ev çalakiyeke terorîstî ye’. Vusîc, ‘’Ji hêla dewleta Sirp ve ev çalakiyeke terorîstî ye, em wiha dibînin.’’’