Li Kosovayê Hilbijartin: Partiya desthilat favorî ye

Kosova, ji bo hilbijartina 120 parlamenteran diçe ser sindoqan. Tê hêvîkirin ku di vê hilbijartinê de serokwezîrê reformîst û çepgir Albin Kurti bi ser bikeve.

Her çiqas serketina serokwezîrê niha Albin Kurti teqez xuya bike jî ev yek di deman demê de bibe nîşaneya wê yekê ku ka gel polîtîkayên tund ên li ser Sirbistanê çawa dinirxîne. 

Serokwezîr Kurti roja Înê li paytext Priştinayê di mitînga xwe ya dawî de axivî û ev hilbijartin wek "referandumeke dîrokî" bi nav kir. Partiya Kurti Vetevendosje (VV) kampanyaya hilbijartinê bi soza rêvebirina tevahiya Kosovayê, xebatên xwe li hemû qadên ku Sirp lê zêde ne bi rê ve bir. 

Kurti di van demên dawî de saziyên paralel ên ku Sirbistan bi armanca ku bandora xwe ya li ser Sirbên li Kosovayê bidomîne girtin.  Tê gotin ku ev pêngav wê avantajeke mezin ji bo Partiya  Vetevendosje (VV) a Kurti. Li gor anketan, partî dikare di navbera ji sedî 40 û ji sedî 50'yî deng bistîne.

BEŞDARIYA SIRBAN

Serokê Srpska Listayê Zlatan Elek ku nûnerê kêmarên Sirb ên li Kosovayê ne, diyar kir ku "dengdana ji bo Lîsteya Sirban tê wateya dengdana ji bo dewleta Sirbistanê." Serokê Sirbistanê Aleksandar Vucic jî ji gel re got ku tekane rêya nîşandana nerazîbûna li dijî Kurti, dengdana ji bo namzetên Srpska Listayê ye.

RAGEŞIYA BI SIRBISTANÊ RE

Di tevahiya desthilatdariya Kurti de, bi taybetî piştî 2023'an dema ku hewlên wî yên ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropoyê vala derketin, bi Sirbistan û Sirbên Kosovayî re gelek caran gengeşî çêbûn.

Di pevçûnên Gulana 2023'an de leşkerên girêdayî hêzên aştiyê yên NATO'yê birîndar bûn, di Îlona 2023'an polîsekî Kosovayî di êrîşeke Sirbên çekdar de jiyana xwe ji dest da. Her wiha, di Mijdara 2024'an de êrîşa li dijî  binesaziya elektrîkê dîsa asta gengeşiyê bilind kir.

Kurti tevî vê yekê li Sirbistanê polîtîkayên xwe yên tund domandin. Lê belê muxalefet wî bi dewamî di mijara jidestdana derfetên aborî û paşguhkirina razemeniyên binesaziyê tewanbar dike.