Li Koreya Başûr hewldana binçavkirina serokê berê bi ser neket
Li Koreya Başûr roja Înê mufetîşan xwest ku serokê dewletê yê berê Yoon Suk Yeol binçav bikin lê belê hewla binçavkirina ji aliyê parêzvanan ve hate astengkirin.
Li Koreya Başûr roja Înê mufetîşan xwest ku serokê dewletê yê berê Yoon Suk Yeol binçav bikin lê belê hewla binçavkirina ji aliyê parêzvanan ve hate astengkirin.
Dozger û karmendên Ofîsa Lêpirsîna Gendeliyê (CIO) ku lêpirsina ‘serîrakirinê’ ya derheqê Yoon Suk Yeol de bi rê ve dibin, ji bo binçavkirina Yoon Suk Yeol nêzîkî 6 saetan di bînaya serokatiyê ya li Hannamê de man. Lê belê piştî 6 saetan bi awayekî destvala ji bînayê derketin.
CIO’yê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji ber krîza rûdayî fermana binçavkirinê bi cih nehatiye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber ewlehiya personelên li qadê biryara sekinandina înfazê hatiye dayîn.
Servîsa ewlehiya serokatiyê ku weke wekilê serokê dewletê parêzvaniya Yoon Suk Yeol dike, beriya niha jî çend caran bûbûn asteng ku mufetîş bikevin mala wî. Hiqûqnasên li derdora Yoon Suk Yeol dubare berê xwe dan avahiya serokatiyê û fermana binçavkirina derheqê Yoon Suk Yeol de weke ‘derqanûnî’ pênase kirin û biryar şermezar kirin.
Yoon Suk Yeol, bi awayekî fermî wezîfeya serokatiya dewletê didomîne, lê belê ji bo ji wezîfeyê were dûrxistin, tê hêvîkirin ku biryar heya meha Hezîranê ji aliyê Destûra Bingehîn ve were erêkirin. Her wiha beriya niha di dîroka Koreya Başûr de tişteke bi vî rengî rû nedaye.
Her wiha gelek aligirên Suk Yeol Yoon ji roja Pênçşemê heya roja Înê li pêşiya avahiya serokatiyê li hev civîyan û piştevaniya xwe anîn ziman.
Li gorî ajanseke herêmî piştî pevçûna di navbera alîgirên serokdewletê berê û kesên dijber de li herêmê nêzîkî 2 hezar 700 personelên ewlehiyê hatine bicihkirin.
Yoon Suk Yeol, şeva 4’ê Kanûnê rêveberiya awarte îlan kiribû û berê artêşê dabû parlamentoyê ku van yekan di nava raya giştî de matmayinek ava kiribû.
Çend saetan piştî vê hewldanê parlamenteran karî xwe bigihînin parlamantoyê û pêşniyaznameyeke rakirina rêveberiya awarte hatibû erêkirin. Bi hezaran aligirên demokrasiyê jî berê xwe dan qadan û rê nedan artêş û serokê dewletê.