Li Kongoyê şewbên ebola, veba, covîd di nav hev de ne

Komara Demokratîk a Kongoyê ji aliyekî ve li dijî şewba covîd-19’ê li ber xwe dide, li aliyeke din ji nû ve şewba Ebola dest pê kir. Li welat şewba veba jî derkete holê.

Li Komara Demokratîk a Kongoyê şewba ebola 7’ê Sibatê dîsa dest pê kir.

Wezîrê Tendirûstiyê yê herêma Nord-Kîvû ya li rojhilatê welat Eûgene Syalîta di daxuyaniya bi AFP’ê re parve kirî de diyar kir ku ji dema ku dîsa derketî heta niha 6 pêketiyên Ebola hatine tesbîtkirin û 4 ji wana jiyana xwe ji dest dane. Wezîr diyar kir ku du ji vana yek roja Înê yek jî Şemiyê jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Syalîta got, “Her kesê hîn fam nekiriye ku Ebola dîsa derketiye, ji bo wan hîn her tişt ne zelal e.”

Her weke berê kesên vê herêmê bawerkirina bi hebûna bê nexweşiya Ebola red dikin û hemû guhertinên ku rê li pêşiya vê nexweşiyê bigire red dikin. Di nava van tekbîran de destnedayîna nexweşan û neşûştina kesên bi nexweşiya Ebola jî heye.

Şewba Ebola meha Kanûna 2013’an li Gîneyê derketibû, piştre gehiştibû Lîberya û Sîerra Leoneyên cîran.